Îsraîl li Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir

Artêşa Îsraîlê li sînorê başûrê Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir. Çavkaniyê leşkerî yê Libnanê, ragihand ku operasyon li dora deşta Kfar Kila û Khiam pêk tê.

Li gorî çavkaniyek leşkerî ku ji AFP’ê re axiviye, piştî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, fermana bidest xistina eniyên nû li welatên cîran daye, operasyonek bejayî li ser sînorê başûrê Libnanê dest pê kiriye.

Çavkaniyek Lubnanî ku ne xwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku operasyona bejahî li dora deşta Kfar Kila û Khiamê ku nêzîkî sînorê Îsraîlê ne dest pê kiriye.

HERÊMA TAMPON

Artêşa Îsraîlê, avakirina "herêmek tampon" li Lubnanê ragihand. Berdevkê artêşê mîrlîwa Effie Defrin, got ku Fermandariya Bakur pêşve çûye, deverên bilind hatiye kontrolkirin û got ku mîna soz dane gelê xwe tevî hemû gefan herêmeke tempon tê avakirin.

Artêşa Îsraîlê jî, heman daxuyaniyê piştrast kir. Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê Israel Katz jî avakirina eniyên nû li Libnanê erê kiriye.

BERPIRSÊN PAYEBILIND ÊN HIZBÛLLAHÊ HATINE HEDEFGIRTIN

Li gorî çapemeniya herêmî, bombebaran berdewam dikin. Taxên başûrê Beyrûtê bêyî hişyariyê hatin hedefgirtin.

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku berpirsên payebilind ên Hizbûllahê di êrîşan de bûne hedef. Berdevkê artêşa Îsraîlê Ella Waweya ku bi Erebî axivî got, “Ji bo agahiyên berfirehtir bişopînin.”

Li gorî hejmara qurbaniyan a roja Duşemê, bêhtirî 50 kes hatine kuştin û bêhtirî 150 kes jî birîndar bûne. Di nav kuştiyan de lîderên Hizbûllahê jî hene.